Kongres a Amerika bangewaz li Trump kir: Dorpêçan liser Tirkiye bisepîne
K24 – Navenda Nûçeyan
Komisyona Derve ya Kongres a Amerikayê bangewaz li Serokê Amerika Donald Trum kir, ku dorpêçan liser Tirkiye bisepîne.
Bangewaz a Komisyona Derve piştî hatina dan a 2em a mûşekên S400 ên Rûsyayê bo Tirkiye tê.
Di account a xwe ya twitterê de Komisyon destnîşan dike: Serok Trump, dive herwekî ligor yasayên Amerika hatiye, jiber kirîna mûşekên S400an dorpêçê liser Tirkiye bisepîne. Baştirîn bijarde ya Tirkiye hevkariya ligel Amerika ye, ne ligel Kremlinê”.
C.B