HDP nexşerêyekê bo çalakiyên dijî Qeyyûman datîne

Ligor hin çavkaniyan jinav Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Desteya Birêvebir a HDP nexşerêyek 3 prosesan a dijayetiya danîna Qeyyûman ser şaredariyên mezin – Wan, Diyarbekir û Mêrdîn amade kiriye...

K24 – Navenda Nûçeyan

Ligor hin çavkaniyan jinav Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Desteya Birêvebir a HDP nexşerêyek 3 prosesan a dijayetiya danîna Qeyyûman ser şaredariyên mezin – Wan, Diyarbekir û Mêrdîn amade kiriye.

Ligor vê nexşerêyê –

Di destê yekem de: Dê çalakiyên rûniştinê yên bênavber/bê demek diyarkirî li Diyarbekir, Wan û Mêrdînê bên organize kirin. Heta vegera şaredaran ev çalakî dê domdar be. Ji bo piştgiriya çalakiyê, dê ji rojavayê Tirkiye hatine şandan bê organize kirin.

Di destê duyem de: Dê çalakî li bajarên rojavayê Tirkiye jî bên pêkanîn. Raya giştî ya rojavayê Tirkiye bê agahdar kirin, ger bêdengî bê hilbijartin, dê Qeyyûm li bajarên rojavayê Tirkiye jî, bên danîn. Bingeha demokrasiyê li Tirkiye, dê were hilweşandin. Piştgirî dê were xwestin. Li rojavayê Tirkiye ni beşdariya şaredaran, parlementeran û endamên Meclisa Şaredariyan konferans, semîner û panel werin lidar xistin.

Di 1ê Îlonê de – roja aştiyê ya navneteweyî – xwepêşandan li Stenbol û Izmirê wî werin lidar xistin.

Dê daxwaza vebûna werzî ya Parlementoya Tirkiye berî meha Cotmehê bê kirin. Ji bo ku babeta Qeyyûman were rojevê.

Di destê sêyem de: Xebatên diplomasî dê werin berfereh kirin. Hevdîtin ligel Parlementoya Ewrûpa, Konseya Ewrûpa û saziyên Ewrûpî yên desthilatên herêmî werin pêkanîn…

 

 

 

C.B