Serok Barzanî ligel Serokatiya Parlementoya Kurdistanê civiya
K24 – Navenda Nûçeyan
Serok Mesûd Barzanî ligel Seroka Parlementoyê û her dû Cîgirên Seroka Parlemena Kurdistanê civiya.
Di civînê de rewşa siyasî û guhertinên dawî û pêşhateyên li ser ast a Kurdistan, Iraq û navçeyê hatin nirxandin.
Her di vê civînê de, Serok Barzanî piştevaniya xwe ya tevayî ji bo Desteya Serokayetiya Nû ya Parlemen li çavdêrîkirina karûbarê Hikûmetê dûpat kir û ev e jî, xiste rû, ku pêwîst e Parlemena Nû kar ji bo berdewamî û bihêztirkirin a bingehên pêkvejiyana olî û neteweyî û desteberkirina yekrêziya niştîmanî ya li Herêma Kurdistanê bike û proseya çaksazî û herweha amadekariyên ji bo nivîsîna Destûrek hevdem ji bo Herêma Kurdistanê bike karek xwe yê sereke.
Di dirêjahiya civînê de, Serok Barzanî ronahî xist ser prensîbên hevkarî û hemahengiya di navbeyna desthilatan de û zêdetir xizmetkirina xelk û bihêzkirina dam û dezgehên Herêma Kurdistanê. Serok Barzanî balkişand ser girîngiya damezrawe ya Parlemenê û tekezî li wê yekê kir, ku Desteya Serokayetiyê mulkê tu partî û aliyek nîn e, mulkê gelê Kurdistanê ye.
C.B