Mesûd Tek: Tirkiye dixwaze rêya sivîl-demokrat liber Kurdan bigre

Serokê Giştî yê Partiya Sosyalist a Kurdistanê (PSK) Mesûd Tek, ji K24 re diyarkir, ku biryara destnîşankirina Qeyyûman biryarek siyasî û dijî hiquq û yasayan e

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Giştî yê Partiya Sosyalist a Kurdistanê (PSK) Mesûd Tek, ji K24 re diyarkir, ku biryara destnîşankirina Qeyyûman biryarek siyasî û dijî hiquq û yasayan e.

Ligor Mesûd Tek, egerên liser jikar dûrxistin a şaredarên Mêrdîn, Diyarbekir û Wanê, egerên ne rast in, hîç û pûç in. Ev biryar binpêkirina gelê Diyarbekir, Mêrdîn û Wanê ye. Dengdêrên van her sê bajarên mêzin ên bakurê Kurdistanê, bi iradeya xwe şaredar hilbijartin e. Ger pirsek/pirsgirêkek hebe, dîsa gelê bajêr/dengdêrên bajêr bi hilbijartinê dikare wan jikar dûr bixe û şaredar hilbijêre. Pêvajoya demokrasiyê/hilbijartinê bi vî şiklî ye.

Serokê Giştî yê PSK, danîna Qeyyûman wekî tolhildanek AK Partî jî destnîşan kir, ku bi dengên Kurdan AK Partî şaredarên mezin  li rojavayê Tirkiye, bi taybet Stenbolê wenda kir. Mijara nasandina gendeliyan a Qeyyûman jî, babetek ku AK Partî dixwaze û xwestiye veşêre ye.

Hukimeta Tirkiye ya îro, dixwaze rêya sivîl-demokratîk liber Kurdan bigre û ev dijberiya proseya demokrasiyê ye…