PDK û Goran çend pirsan guftûgo dikin

Ji bo guftûgokirina çend pirsan, şandeke bilind a Tevgera Goranê gihîşt Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û ligel sekreter û endamên Polîtburoya PDKê dicive.

K24 – Navenda Nûçeyan

Ji bo guftûgokirina çend pirsan, şandeke bilind a Tevgera Goranê gihîşt Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û ligel sekreter û endamên Polîtburoya PDKê dicive.

Şandeke bilind a Tevgera Goranê bi serokatiya Rêkxerê Giştî Omer Seyid Elî gihîşt Polîtburoya PDKê û li gor zanyariyên K24ê, rewşa Herêma Kurdistanê û dagirtina postên hikûmî yên bi ber Tevgera Goranê dikevin û pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê tewerên sereke yên civînê dibin.

Piştî pêkanîna Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê, ev yekem civîna di navbera her du aliyan de ye û tê çaverêkirin çend pirsgirêkek giring ên taybet derbarê rêkeftina di navbera her du aliyan de û pêşhateyên nû yên Herêma Kurdistanê bêne guftûgokirin.

 

 

S. B