MSD: Erdogan nikare rêkeftina “herêma ewle” têk bide

Hevserokê Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) radigihîne, heger artêşa Tirkiyê êrîşî wan bike, ew ji her her şerekî re amade ne.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hevserokê Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) radigihîne, heger artêşa Tirkiyê êrîşî wan bike, ew ji her her şerekî re amade ne.

Hevserokê MSDê Riyad Dirara bersiva Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan da û ji ajansa “Alarabiya” re ragihand, ew pabendî xalên rêkeftina herêma ewle bûne û ti hincetên Serokomarê Tirkiyê nîn in ji bo êrîşî navçeyên di destê wan de bike.

Tekez kir jî, heger Ergogan gefên xwe bicih bike, ew ji her şerekî re amade ne û dê rûbirûyî êrîşên Tirkiyê bibin.

Herwiha got: Erdogan nikare rêkeftina herêma ewle têk bide û dê her daxwazên nû ji Amerîka bike, lê Amerîka guh nede daxwazên wî. berdewamiya gefên wî dê rewşa li navçê tevlîhev bike.

Ev daxuyaniya Hevserokê MSDê di demekê de ye, Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan ragihand, heger kontrola leşkerî ya “herêma ewle” li Rojavayê Kurdistanê ne di destê wan de be, artêşa Tirkiyê dê bi tekalî dest bi operasyona leşkerî bike.

Serokomarê Tirkiyê dema destpêkirina operasyonê aşkere kir û got: “Li rojhilatê Feratê heke em di nav 2-3 hefteyan de di çarçoveya şertên ku me diyar kirine de bi leşkerên xwe re bi awayekî kirdarî dest bi avakirina herêmê nekin, bila êdî yên hemberî me bikevin nav fikaran."

 

S. B