Akar: Amerîka pabend nebe, Pilana “B” û “C” hene

Hikûmeta Tirkiyê li ser herêma ewle radigihîne, heger Amerîka pabendî sozên xwe nebe, ew dikarin pirsa rojhilatê Firatê bi ser xwe çareser bikin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hikûmeta Tirkiyê li ser herêma ewle radigihîne, heger Amerîka pabendî sozên xwe nebe, ew dikarin pirsa rojhilatê Firatê bi ser xwe çareser bikin.

Wezîrê Bergîriyê yê Tirkiyê Hulusî Akar ragihand, ew çavdêriya bicihbûna sozên Amerîkayê dikin. Di çarçova rêkeftina Tirkiye û Amerîkayê de divê YPG ji herêma ewle were dûrxistin, çekên giran werin komkirin û firokeyên wan ên şerî û firokeyên bêfirokevan li ser herêma ewle çavdêrî bikin û çend bingehên leşkerî werin avakirin.

Akar amaje bi wê yekê kir, ji bo çavdêrîkirina vê pêvajoyê, li Rihayê Navenda Tevgera Hevbeş hatiye avakirin û ger Amerîka pabendî sozên xwe nebe, pilana wan a “B” û “ C” hene û ew dikarin bi serê xwe tevbigerin.

Ev daxiyaniya Akar, piştî dxuyaniya Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan a pêr 1ê Îlonê tê ku gotibû, heger kontrola leşkerî ya “herêma ewle” li Rojavayê Kurdistanê ne di destê wan de be, artêşa Tirkiyê dê bi tekalî dest bi operasyona leşkerî bike.

 

S. B