YRK - Sûriye: Rêgiriya K24 amajeyek xerab liser azadiyan e

Yekîtiya Rojnamevanên Kurd li Sûriyê radighîne astengkirina karê Kurdistan 24 li rojavayê Kurdistanê amajeyek xerab li ser azadiya rojnamegeriyê ye

K24 – Navenda Nûçeyan

Yekîtiya Rojnamevanên Kurd li Sûriyê radighîne astengkirina karê Kurdistan 24 li rojavayê Kurdistanê amajeyek xerab li ser azadiya rojnamegeriyê ye.

Ofîsa cîbicîkar a Yekîtiya Rojnamevanên Kurd li Sûriyê di derbarê qedexekirna karê Kurdistan24 li rojavayê Kurdistanê de, daxûyaniyek belavkir û tê de piştevaniya xwe ji bo dezgeha Kurdistan24  ragihand. Diyarkir, ku tu behaneyek ji astengkirina karê Kurdistan24 re, nîn e.

Yekîtiya Rojnamevanên Kurd li Sûriyê tekez jî kir, ew li dijî her binpêkirinek derheqê rojnamevan û dezgehên medyayî ne. Astengkirina karê Kurdistan24 li rojavayê Kurdistanê amajeyek xerab liser azadiya rojnamegerî û ragihandinê ye.