Parlemana Kurdistanê li Dadgeha Federalî giliyekê tomar dike

Seroka Komîta Navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê Ciwan Rojbeyanî ragihand, Parlemana Kurdistanê giliya yasayî li dijî bendeke yasayî ya hilbijartina encûmena parêzgehên Iraqê tomar dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Parlemanter Ciwan Rojbeyanî ji K24ê re ragihand, ew gilî li Dadgeha Bilind a Federalî tê tomarkirin. Ji bo wê mebestê jî îro Komîta Navçeyên Kurdistanî dicive û parêzerekî Parlemanê radispêrin ji bo hefteya bê serdana Bexdayê bike û wê giliyê tomar bike.

Li gor yasaya hilbijartina encûmenên parêzgehên Iraqê, koçber divê vegerin navçeyên xwe û li wir beşdarî proseya dengdanê bibin.

Li Ciwan Rojbeyanî jî, beşek ji welatiyên Kurd ên Kerkûk û Mûsilê koçber in û navçeyên wan di rewşeke ne asayî de ne û nikarin ji bo dengdanê vegerin û bi wê yekê mafê wan ê dengdanê dişewite.

Herwiha hîna bi hezaran malbatên parêzgehên Neynewa, Diyale, Selahedîn û Enbarê li Herêma Kurdistanê û li kampan in û nikarin ji bo dengdanê vegerin navçeyên xwe.

Biryar e roja 1ê Nîsana 2020an proseya hilbijartina encûmenên parêzgehan li Iraqê birêve biçe.

S. B