Bennoui: Rêgirtina li karê K24ê binpêkirina azadiya rojnamevaniyê ye
K24 – Navenda Nûçeyan
Berpirsa Beşa Rojhilata Navîn a Rêxistina Peyamnêrên Bêsînor radigihîne, rêgirtina li karê Kurdistan24ê bandoreke xirap li ser gihandina zanyarî û rewşa navçê bi awayekî durist bi hemû cîhanê dike.
Berpirsa Beşa Rojhilata Navîn a Rêxistina Peyamnêrên Bêsînor Sabrîn Bennoui li ser girtina nivîsgeha Kurdistan24ê li Rojavayê Kurdistanê ji aliyê Rêveberiya Xweser ve ji K24ê re got: Ev destêwerdan û binpêkirina aşkere ji karê rojnamegeriya azad re ye û qedexekirina mafekî sereke yê ragihandinê ye. Herwiha li dijî hemû rêkeftinên navdewletî yên azadiya rojnamevanî û derbirînê dabîn kiriye ye.
Sabrîn Bennoui got jî: Name û peyama ji vê girtina nivîsgeha Kurdistan24ê aşkere ye, ku îdareya li Rojavayê Kurdistanê karekî ne durist û ezmûnekî xirap kiriye.
Berpirsa Beşa Rojhilata Navîn a Rêxistina Peyamnêrên Bêsînor diyar kir, rêgirtina li karê her dezgeheke medyayî li dijî mafê belavkirina zanyariyan e û binpêkirineke aşkere ye û bandoreke xirap li ser wergirtina zanyariyên durist li ser rewşê û xelkê navçê.
Tekez kir jî, rêgirîkirina li karê Kurdistan24ê bandoreke xirap li ser gihandina zanyarî û rewşa navçê bi awayekî durist bi hemû cîhanê dike û divê îdareya li Rojavayê Kurdistanê netirse ku rojnamevan bi azadî karê xwe bikin û nakokî û şer veguhêzin.
S. B