Amerika ji hevwelatiyên xwe xwest, neçin bakurê Kurdistanê

Amerîka welatiyên xwe hişyar kirin, ku serdana bajarên bakurê Kurdistanê nekin

K24 – Navenda Nûçeyan

Amerîka welatiyên xwe hişyar kirin, ku serdana bajarên bakurê Kurdistanê nekin.

Wezareta Derve ya Amerîkayê da xuyakirin, çalakiyên rêxistinên tundrew ji Hatayê ser sînorê Sûriyê heta Wanê, ser sînorê Îran berdewam dikin û bang li welatiyên xwe dike, deverên geştyarî, veguhestin, bazar, avahiyên hikûmî, hotêl û park dibin armanca êrişan.

Wezareta Derve ya Amerîkayê bal kişand ser siyaseta binçavkirinê ya hikûmeta Tirkiyê û got, hêzên ewlekariyê, welatiyên Amerîkayê jî di nav de dehan hezaran kes, bi awayeke bêbingeh û bi tometa terorê binçav kirine. Her weha tê destnîşankirin, kesên di torên civakî de rexne li desthilata Tirkiyê kirine, egera girtina wan heye.

 

 

C.B