Oktay: Tirkiye ne enbarê penaberan e
K24 – Navenda Nûçeyan
Cîgirê Serokomarê Tirkiyê radighîne, daxûyaniya Erdogan derbarê vekirina rêya Ewrûpa li pêşiya penaberan ne gef e, lê rastî ye.
Cîgirê Serokomarê Tirkiyê Fuat Oktay di kongreyek rojnamevanî de li Italya ragihand, Tirkiye ne zêrevanê tu welatekî ye û ne jî, cihê 'enbarkirina penaberan e, û baca krîzên ku welatên din dirust kirî na de. Tekez kir, ku daxûyaniya Serokomarê Tirkiyê Receb Tayyip Erdogan a derbarê vekirina rêya penaberiyê li pêşiya penaberên, ku li Tirkiyê dimîn in, ne gef e, lê rastî ye.
Serokomarê Tirkiyê ragihandibû, ger welatên Ewrûpa alîkariya Enqerê, di derbarê penaberan de û bi taybetî penaberên Sûriyê de neke, dê rê li pêşiya çûn a wan penaberan ji bo Ewrûpa veke.
C.B