Pentagon bersiva Çavuşoglu dide: Gavên cidî bo “herêma ewle” hatine avêtin

Wezareta Bergîriyê a Amerîka (Pentago) bersiva Tirkiyê dide û radighîne, wan pêngavên cidî bo cîbicîkirina rêkeftina herêma ewle standine.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezareta Bergîriyê a Amerîka (Pentagon) bersiva Tirkiyê dide û radighîne, wan pêngavên cidî bo cîbicîkirina rêkeftina herêma ewle standine.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlud Çavuşoglu duhî rexne li helwesta Amerîka li hember avakirina herêma ewle girt û ragihandibû, ew dixwazin herêmên aram ji bo ewlekariya netewî ya Tirkiyê were ava kirin û penaberên Sûriyê vegerînin van deveran, lê armanca Amerika ew e, ku  hevkariya xwe li gel PYDê berdewam dike û gavên têne avêtin jî bes ji bo derengxistinê ne.

Peyvdarê Pentagonê Sean Robertson di bersiva daxuyaniyên Wezîrê Derve yê Tirkiyê de ragihand, Amerîka pêngavên cidî ji bo bicîkirina xalên mîkanîzima ewle ya girêdayî bi têgehişitina destpêkî bi Enqerê re bi awayekî bilez wergirtine, herweha hin caran jî berya soza destinîşanikirî bû.

Got jî, hin pirsgirêk li pêşiya awayê cîbicîkirina wê hene û Wezareta Bergîriyê ya Amerîka (Pentagon) jî bi gotûbêjên bi Tirkiyê bi berdewam e‌.

Peyvdarê Pentagonê tekez kir, gotûbêj û karê bi hevahengî tenê rêya parastina navçeya sînorî û gerentîkirina berdewamiya operasiyona Hevpeymaniya Navdewletî li dijî DAIŞê ye, herwiha rêgirtina li pêşîya her operasyoneke serbazî ya ne hevahengkirî ye ku dê wê giringiya hevbeş têk bide.

 

S. B