Bexda: Hebûna hêzên Tirkiyê li ser xaka Iraqê red dikin

Wezîrê Derve yê Iraqê Mihemed Elî Hekîm radigihîne, Bexda hebûna hêzên Tirkiyê li ser xaka Iraqê re dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Derve yê Iraqê Mihemed Elî Hekîm radigihîne, Bexda hebûna hêzên Tirkiyê li ser xaka Iraqê re dike.

Wezîrê Derve yê Iraqê Mihemed Elî Hekîm di serokatîkirina civîna yekem a Encûmena Wezîran a Komkara Erebî li Qahîrayê gotarek pêşkêş kir û ragihand, Bexda hebûna hêzên Tirkiyê li ser xaka Iraqê re dike û kar li ser bidawîkirina hebûna wê bi her awayekî dike.

Wezîrê Derve yê Iraqê amadehiya welatê xwe ji bo hevkarî û hevahengiya ewlekariyê bi Tirkiyê re jî derbirî.

Da zanîn jî, Iraq li ser astê wezîrên derve, bergîrî û hewalgîriyê de bi berdewam bi Tirkiyê re di pêwendiyê de ye.

Derbarê hebûna gerîlayên PKKê de jî Wezîrê Derve yê Iraqê got: Em metirsiya rêxistina Partiya Karkerên Kurdistanê û helwestên wê dizanin, ked û hewlên me jî di warî de bi Tirkiyê re hene.”

Arteşa Tirkiyê li navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê li dijî PKKê operasyonên esmanî û bijahî dike û di 27ê Gulana bûrî operasyoneke bi navê Pençe 1 dabû destpêkirin.

 

S. B