Li Reqayê 5 hezar term ji gorên bikomî hatine derxistin

Li bajarê Reqayê heta niha 17 gorên bikomî hatine dîtin û derdora 5 hezar term jê hatine derxistin ku li ser destê çekdarên DAIŞê hatibûn kuştin.
kurdistan24.net

 

K24 – Navenda Nûçeyan

Li bajarê Reqayê heta niha 17 gorên bikomî hatine dîtin û derdora 5 hezar term jê hatine derxistin ku li ser destê çekdarên DAIŞê hatibûn kuştin. Serokê Tîma Lêgerîna li Gorên Bikomî ji K24ê re diyar kir, hejmarek mezin ji terman ên jin û zarokan e nasnameya piraniya terman nayê naskirin.

Dîtina gorên bikomî li bajarê Reqayê berdewam in, 17emîn gor li başûrê bajêr ji aliyê tîma lêgerînê ya ser bi Encûmena Reqa ya Sivîl ve hatine vekirin. Piraniyan terman yên sivîlan e û birîn di dest û lingên wan de hene.

Diktor Es'ed Mihemed ji K24ê re diyar kir, ji ber kêmbûna alavên lêgerînê, karê tîmên pispor bi derengî birêve diçe û ji destpîka karê wan li bajarê Reqayê de û ta niha bi tenê nasnameya 800 termî hatiya naskirin û malbatên wan di riya cilan re ew naskirine.

Gora bikomî di devera Kesra Efnan li başûrê cemê Firatê hatiye dîtin piştî ku xelkên deverê aliyên pêwendîdar agahdar kirin. Serokê Tîma Lêgerînê Yasir El Xemîs dide zanîn, piraniya qurbaniyên ku di goran de têne dîtin sivîl in û jin û zarok in.

Pistî têkçûna DAIŞê ji bajarê Reqayê û ta niha 17 gorên bikomî hatine vekirin û zanyariyên aliyên pêwendîdar li ser 5 korên din hene ku pêşbîn e termên tê de yên qurbaniyên kuştina meydanî bin.

Ta niha 5 hezar 200 term di gorên bikomî de hatine dîtin, gora Fixêxa jî mezitirîn gora bikomî li Reqayê bû ku nêzîkî 3 hezar term tê de hate dîtin.