PAK: Piştgîriyê li referandum û encamên wê dikin

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê di duyemîn salvegera referanduma serxwebûnê de peyamek belav kir û çapek jê ji Kurdistan24ê re şand.

K24 – Navenda Nûçeyan

Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) di duyemîn salvegera Referandûma Serxwebûnê de radigihîne, “Em hem referandûmê û hem jî encamên wê bi rêzdarî silav dikin û careke din jî îlan dikin ku em piştgirîyê li vê îradeye gelê xwe dikin.

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê di duyemîn salvegera referanduma serxwebûnê de peyamek belav kir û çapek jê ji Kurdistan24ê re şand.

Peyama Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê:

Referandûma Serxwebûnê ya 25ê Îlon a 2017an û encamên wê meşrû ye û em îro jî piştgirîyê lê dikin

Di roja 25ê Îlona 2017an de, li bajarên ku bi Rêveberîya Herêma Kurdistanê ve girêdayî ne  (Hewlêr, Silêmanîye, Dihok û Helebçe) û li nevçeyên din yên Başûrê Kurdistanê, yên ku mijara madeya 140î ne, referandûma serxwebûnê ya meşrû, bi awayekî demokratîk li dar ket.

Beşdarîya referandûmê ji %72, rêjeya dengên ‘Erê ji bo serxwebûnê’ jî ji %92.73 bû.

Weke te zanîn Emerîka, Rûsya, Ewrûpa û gelek dewletên cîhanê daxwaz kiribûn ku referandûm bê tecîlkirin.

Dewletên weke Tirkîye, Îran, Iraq û Sûrîyeyê jî, ne bes li dijî referandûmê derketin; ji bo ku rê li ber referandûmê bê girtin jî, çi ji edstên wan hat kirin û bi hevdu re planeke hevbeş meşandin.

Gelê Başûrê Kurdistanê, li gel hemû tehdît, zext, astengî, êrîş û planên qirêj yên derekî û navxweyî jî, bi cesaret, bi biryardarî û bi xwe bawerîyeke bi rûmet çûn ser sindoqan û ji %92.73 ji serxwebûnê re gotin ‘Erê’. Ev helwesta gelê me, herweha bi rêyên demokratîk îlankirina îradeyeke meşrû ya netewî bû jî.

Di duyemîn salvegera Referandûma Serxwebûnê de, em hem referandûmê û hem jî encamên wê bi rêzdarî silav dikin û careke din jî îlan dikin ku em piştgirîyê li vê îradeye gelê xwe dikin.

Wan hêz û aliyên ku bi plan û hewl û tehdîtên xwe nikarîbûn rê li ber referandûmê bigirin, bi alîkariya beşeke Kurdan û bi destê Heşdî Şahbî , di roja 16yê cotmeha 2017an de , careke din Kerkûk û wan nevçeyên ku mijara madeya 140î ne dane dagir kirin. Dagir kirina Kerkûkê û êrîşa 16yê cotmehê, binpê kirin û tune hesibandina îradeya meşrû, demokratîk û netewî ya gelê Başûrê Kurdistanê bû.Em careke din jî dagirkirana Kerkûkê û dagir kirina ji %45î zêdetirê xaka Başûrê Kurdistanê rûreş dikin.

Hêvî û daxwaza me ji partîyên sîyasî û ji Hikûmet û Parlamentoya Başûrê Kurdistanê ew e ku, li îradeye Referandûma 25e Îlona 2017an xwedî derkevin û bi tifaq û yekgirtineke netewî û xurt li hemû destkeftîyên heyî yên li Başûrê Kurdistanê xwedî derkevin;  hêza pêşmerge û hemû dezgehên heyî yên dewletbûnê bikin yek, pêşde bibin, dezgehên nû ava bikin.

Lê xwedî derketina îrade û encama Referandûma Serxwebûnê ya ku di 25ê Îlon a 2017 de li dar ket, divê em weke wazîfeyeke netewî qebûl bikin. 25.09.2019

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê