DAIŞê êrîşî Xaneqînê kir û 3 welatiyên Kurd kuştin

Derengê şeva bûrî di encama êrîşeke çekdarên DAIŞê li ser hêzên pasewanên sînor li gundekî Xaneqîne, 3 welatiyên Kurd hatin kuştin ş hejmareke din jî birîndar bûn.

K24 – Navenda Nûçeyan

Derengê şeva bûrî di encama êrîşeke çekdarên DAIŞê li ser hêzên pasewanên sînor li gundekî Xaneqîne, 3 welatiyên Kurd hatin kuştin û hejmareke din jî birîndar bûn.

Jêderekî ewlekariyê ji Xaneqînê ji K24ê re ragihand, derengê şeva bûrî çekdarên DAIŞê êrîşî ser Fewca 1 a Lîwaya 8 a Pasewanên Sînor li nêzîkî gundê Mîxasê yê Xaneqînê kir û şer pevçûn derket.

Wî jêderî da zanîn, di encama êrîşê de 3 welatiyên Kurd ên sivîl ku xelkê wî gundî ne hatin kuştin û hejmareke din jî birîndar bûn.

Amaje bi wê yekê jî kir, piştî gihîştina hêzeke mezin ji Xaneqînê, çekdarên DAIŞê ji wê navçeyê reviyan.

Piştî bûyerên 16ê Cotmeha 2017an, valahiyeke ewlehiyê li Xaneqîn û derdora wê dirust bûye û Heşda Şeibî û artêşa Iraqê nikarin ewlehiya deverê biparêzin.

 

S. B