Li Reqayê proseya xwendinê rastî gelek zehmetiyan tê

Rewşa xwendinê li bajarê Reqayê bi zehmetî derbas dibe, ji ber ku malbatên bajêr ji revandina zarokên xwe ditirsin. Li gorî Desteya Perwerdê, sal bi sal rewş baştir dibe û ew jî hewl didin ku sîstema xwendinê bipêş bixin.
kurdistan24.net

 

K24 – Reqa

Rewşa xwendinê li bajarê Reqayê bi zehmetî derbas dibe, ji ber ku malbatên bajêr ji revandina zarokên xwe ditirsin. Li gorî Desteya Perwerdê, sal bi sal rewş baştir dibe û ew jî hewl didin ku sîstema xwendinê bipêş bixin.

Tevî derbasbûna nêzî 2 salan li ser rizgarkirina bajarê Reqayê ji DAIŞê, lê hîn jî xwendin di rewşeke zehmet de derbas dibe, ku ta roja îro û ji ber tirsa revandina zarokên wan, hin malbat zarokên xwe derbasî dibistanan nakin.

Zarokên Reqayê ku çend salan ji xwendinê bê par mabûn, kêfxweşiya xwe diyar dikin û hêvî dikin ku xwendina xwe temam bikin. Mamoste Ehmed El Tukan ji K24ê re diyar kir, destpêkê metirsî li cem malbatan hebû ku zarokên wan bêne revandin, ji ber wê jî wan zarokên xwe nedişandin dibistanan, lê niha zarok tên dibistanan û ji heyama du hefteyan ve wan dest bi sala nû ya xwendinê kiriye.

340 dibistan li bajarê Reqayê hene û 130 hezar şagirt li dibistanên bajêr û gundewarê wê dixwînin. Endamê Desteya Serokatiya Perwerdê û Fêrkirinê Xelef El Meter ji K24ê re dide zanîn, ku minhacê UNICEF di dibistanên wan de tê bikaranîn, herwiha di paşerojê de şagirtên wan dê fêrî zimanê Kurdî bibin.

Di encama şerê li bajarê Reqayê bûbû, ji sedî 20 ji dibistnên bajêr hatibûn rûxandin herwiha piraniya dibistanên mayî jî rastî talankirinê hatibûn.

Di dema DAIŞê de xwendin qedexe bû û piraniya dibistanan wek zîndan dihatin bikaranîn, niha jî Desteya Perwerdê û Fêrkirinê rastî gelek zehmetiyan di karê xwe de tê, kêmbûna piştgiriya abûrî ji sîstema xwendinê re jî yek ji zehemetiyan e.