“DAIŞê kampa Holê kiriye dewleteke biçûk”

Du jin li kampa Holê li parêzgeha Hesekê hatin kuştin, Rêvebiriya Kampa Holê dibêje, DAIŞ ji nû ve xwe li nav kampê ava dike û yasa û zagonên xwe li ser endamên xwe disepîne.
kurdistan24.net

 

K24 – Qamişlo

Du jin li kampa Holê li parêzgeha Hesekê hatin kuştin, Rêvebiriya Kampa Holê dibêje, DAIŞ ji nû ve xwe li nav kampê ava dike û yasa û zagonên xwe li ser endamên xwe disepîne. Hin şîrovekar dibînin ku pêwîst e dadgeheke navdewletî bê avakirin bo çarenivîsa çekdaran û malbatên DAIŞê diyar bike.

Kiryarên DAIŞê û rûdana bûyeran li kampa Holê berdewam in. Di rojên dawî de du bûyerên kuştina jinan ji aliyê hêzên ewlehiya kampê ve hatin tomar kirin, yek ji wan hat xeniqandin û ya din jî laşê wê bi kêran hat parçekirin, ev kiryar ji aliyê hin jinên DAIŞê yên serkirde rû didin. Rêvebiriya kampê dide zanîn ku hîn dîlgirtiyên DAIŞê yasa û zagonên xwe li ser endamên xwe de disepînin û karê wan yê rêxistinî jî berdewam e.

Berpirsê Kampên Bakurê Sûriyê Şêxmûs Ehmed li ser vê pirsê ji K24ê re wiha axivî: “Malbatên DAIŞê dixwazin ji nû ve rêxistina xwe ava bikin. DAIŞ di cigrafî di destê wê de nema, lê bi riya jin û zarokan re dixwaze dîsa vê rêxistinê li kampê û li hemû dunyayê ava bike. Ew kampa Holê wek dewleta xwe ya biçûk dibînin û dixwazin sîstema xwe ji nû ve bimeşînin û dadgehên û perwerdeya xwe ava bikin. Herwiha dixwazin bangewaziyê bikin, ku ew hene û li ser pêyan e.”

Ta niha ti çare ji vê pirsgirêkê re nehatiye dîtin, di dema ku behsa damezrandina dadgeheke navdewletî dibe, li ser erdê ti gav bo vê yekê ji aliyê civaka navdewletî ve nayên avêtin.

Hin şîrovekarên siyasî dibînin ku pêwîst e ev dadgeh were avakirin yan jî her dewletek çekdarên xwe ji vê kampê bibe, ji ber ku di pêşerojê de ev çekdar dê gefeke mezin li ser ewlehiya deverê bin.

Di kampa holê de bêtir ji 71 heza kesî bicî dibin, nêzî 60 hezarî Sûrî û Iraqî ne û bêtir ji 11 hezarî biyanî ne. Li gorî hin raporên saziyên navdewletî, kampa Holê yek ji kampên herî metirsîdar e ser asta cîhanê. Rêvebiriya xweser jî dibêje ku karînên wan sînordar in, nemaze ku bi hezaran çekdar jî di zindanên wan de hene, êdî ev rewş hewcedarî destêwerdaneke navdewletî ye.