Hikumeta Demkî ya Sûriyê piştevaniya operasyona Tirkiyê li Rojhilatê Feratê dike
K24 – Navenda Nûçeyan
Hikumeta Demkî ya Sûriyê piştevaniya xwe ji bo operasyona Tirkiyê li Rojhilatê Feratê ragehand.
Wezîrê Berevaniyê yê Hikumeta Demkî ya Sûriyê Selîm Îdrîs, di kongreyek rojnamevanî de ragehand, ew bi hemû hêza xwe, piştevaniya birayên xwe li Tirkiyê, ji bo şerê hemû corên terorê dikin.
Navborî got jî, ji erkê wan e, şer li rojhilatê Feratê jî bikin.
Tevî ku Tirkiyê digel Amerîka liser pirsa rojhilatê çemê Feratê lihev kirin e, û sê gerên çavdêriya bejahî encam dan e, lê ji bicîhkirina rêkeftinê ne razî ye û bi berdewamî gefa operasyonê dike.
C.B