HSD: Em amade ne rûbirûyî êrîşên Tirkiyê bibin

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) radigihîne, ew pabendî xalên rêkeftina “herêma ewle” bûne û heger Tirkiye êrîş bike, ewê berevaniyê di ber xwe de bikin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) radigihîne, ew pabendî xalên rêkeftina “herêma ewle” bûne û heger Tirkiye êrîş bike, ewê berevaniyê di ber xwe de bikin.

Berpirsê Navenda Ragihandina HSDê Mistefa Balî li hejmara xwe ya tora civakî “Twitter” belav kir, HSDê pabendî xalên rêkeftina herêma ewle bûye, ji bo parastina ewlehiya herêmê.

Derbarê gefên Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan de, Balî ragihand, wan ji bo parastina herêma xwe gavên pêwîst avêtine û ji bo rûbirûbûna çi êrîşeke Tirkiyê dudil nabin û ew ji her şerekî re amade ne.

Ev daxuyaniya Balî di demekê de ye, îro Serokomarê Tirkiyê li Enqerê ragihand, biryar hatiye dayîn ku operasyonekê li rojhilatê Firatê bê kirin û dema encamdana wê jî ne dûr e û hemû amadekarî hatine kirin.

 

S. B