Serok Barzanî daxwaz ji Fransa dike, derbarê rojavayê Kurdistanê rola xwe bibîn e

Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Olivier Decottignies Konsolê Giştî yê Fransa li Hewlêrê kir

K24 – Navenda Nûçeyan

Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Olivier Decottignies Konsolê Giştî yê Fransa li Hewlêrê kir.

Di hevdîtinê de rewşa siyasî û pêşhateyên dawî ya li ser asta navçeyê, bi taybet egera şer û aloziya zêdetir li Bakûrê Sûriye, guftûgo kirin û herwiha di derbarê proseya siyasiya Iraqê de, danûstandina bîr û ramanan kirin.

Di civînê de bi hûrî behsa wan metirsiyan kirin, ku li egera rûdana şer li Bakûrê Sûriye têne holê û di vê derbarî de Serok Barzanî daxwaz kir Fransa wekî beşekî girîng ê li Hevpeymaniya Navdewleti ya Dijî Terorê, ji bo rêgirtina li rûdana karesatan, rola xwe bibîn e.

Her di vê civînê de her dû alî dilgiraniyên xwe yên li egera kûrtirbûna êş û azarên gelê Kurd û her wiha paşaroj û çarenûsa gelê Kurd li Sûriye nîşan dan.

 

 

 

C.B