Aldar Xelîl naveroka rêkeftina HSD û artêşa Sûriyê aşkere dike

Hevserokê Desteya Cibicîkar a TEV-DEMê Aldar Xelîl radigihîne, têgihîştina di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û artêşa Sûriyê de tenê di warê leşkerî de ye, ji bo rûbirûbûna dagîrkeriya Tirkiyê ye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hevserokê Desteya Cibicîkar a TEV-DEMê Aldar Xelîl radigihîne, têgihîştina di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û artêşa Sûriyê de tenê di warê leşkerî de ye, ji bo rûbirûbûna dagîrkeriya Tirkiyê ye.

Aldar Xelîl li hejmara xwe tora civakî “Twitter” belav kir, têgihîştina bi Rûsyayê re, gavek ji bo parastina sînor e û Rêveberiya Xweser wek proje ne li dijî vê gave ye, ji ber ku ew yek ji erkê hikûmeta Sûriyê ye.

Got jî, ev têgihîştin tenê di warê leşkerî de ye û rewşa Rêveberiya Xweser û gund û bajaran lixwe nagire, ev rênimayek ji bo rûbirûna dagîrkeriya Tirkiyê ye. Armanckirina bakur û rojhilata Sûriyê, armanckirina Sûriyê bi tevahî ye.

Aldar Xelîl tekez kir jî, ew li bakur û rojhilatê Sûriyê di çi qonaxekê de daxwaza cudabûnê nekir, berûvajî wê, wê her dem bo yekperçeyîya Sûriyê û civaka wê kar dikir.

Rêveberiya Xweser li Bakurê û Rojhilatê Sûriyê duhî ragihandibû, ku rêkeftin bi hikûmeta Sûriyê re hat kirin, ji bo artêşa Sûriyê derbasî herêmên Kurdî bibe û li ser sînorê bi Tirkiyê re belav bibe.

 

S. B