Trump pêwendî bi Mezlûm Ebdî re kir

Serokê Amerîka Donald Trump derbarê operasyona Tirkiyê li Rojavayê Kurdistanê pêwendî bi Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî re kir. Cîgirê Trump jî tekez kir, Erdogan soz daye êrîşî Kobanî neke.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Amerîka Donald Trump derbarê operasyona Tirkiyê li Rojavayê Kurdistanê pêwendî bi Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî re kir. Cîgirê Trump jî tekez kir, Erdogan soz daye êrîşî Kobanî neke.

Cîgirê Serokê Amerîka Mike Pence ragihand, Trump di pêwendiyeke telefonî de bi Mezlûm Ebdî re li ser rewşa Sûriyê û operasyona Tirkiyê li Rojavayê Kurdistanê axivîn.

Pence da zanîn, Herwiha Trump pêwendî bi Serokê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan re kir û daxwaza rawestandina şer li bakurê rojhilatê Sûriyê jê kir.

Cîgirê Serokê Amerîka amaje bi wê kir, Erdogan soz daye ku ew êrîşî Kobanê nekin.

Tekez kir jî, Amerîka glopa kesk ji Tirkiyê re venexistiye, ta ku êrîşî bakurê Sûriyê bike.

Da zanîn, dê şandeke Amerîkî bi serokatiya wî dê di demeke nêzîk de li ser daxwaza Trump serdana Tirkiyê bike, ji bo gotûbêjkirina wê operasyonê û rawestandina şer û destpêkirina danûstandina di navbera Tirkiye û Kurdan de.

Piştî biryara vekişandina hêzên Amerîkî ji Sûriyê, HSD û artêşa Sûriyê lihev kirin, artêşa Sûriyê li ser sînorê bi Tirkiyê re belav bibe.

Di wê çarçovê de, duhî yekîneyên ji artêşa Sûriyê gihîştin Til Temir, Eyn Îsa û Minbicê.

 

S. B