Diyarbekir.. Polîsan rê neda xwepêşandan li dijî êrîşên Tirkiyê bê kirin

Li Diyarbekirê rêvebiriyên Partiya Demokratîk a Gelan HDP'ê xwestin, bi xwepêşandan û daxuyaniyan nerazîbûn li hember, êrîşên Tirkiyê yên li ser Rojavayê Kurdistanê nîşan bidin, lê ji aLiyê hêzên ewlehiya Tirk ve hatin asteng kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Biryar bû ku li Şaxa Bajarê Nû, Peyas, Rezan û Sûrê rêvebiriyên HDP'ê hem wext li hember  êrîşên li ser rojavayê Kurdistanê daxuaynî belav bikin, lê li her çar navçeyan rê nehat dayîn ku daxuyanî bê belav kirin.

Li navçeya Rezan ya HDP'ê di navbera xwepêşandar û polêsên Tirk da rakêşiyeke demkî rû da. Piştra jî, polîsan derî girt û nehişt ku daxuyanî bê belav kirin.

Li bakûrê Kurdistanê hêzên ewlehiyê, rê nadin ku ti xwepêşandan û daxuyaniyên meydanî birêve biçin.