Amerîka rê neda artêşa Sûriyê derbasî Kobanê bibe

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, karwaneke artêşa Sûriyê îro ber bi Kobanê ve birê ketibû, lê hêzên Amerîkî rêgirî lê kir û rê neda biçe Kobanê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, karwaneke artêşa Sûriyê îro ber bi Kobanê ve birê ketibû, lê hêzên Amerîkî rêgirî lê kir û rê neda biçe Kobanê.

Li gor zanyariyên Rewangehê, îro karwaneke artêşa Sûriyê ber bi Kobanê ketibû rê, lê hêzên Amerîkî rê neda artêşa Sûriyê, loma ew karwanê artêşa Sûriyê vegeriya Minbicê.

Ev yek di demekê de ye, Cîgirê Serokê Amerîka Mike Pence ragihand, Trump di pêwendiyeke telefonî de bi Mezlûm Ebdî re li ser rewşa Sûriyê û operasyona Tirkiyê li Rojavayê Kurdistanê guftûgo kirin.

Pence da zanîn, Herwiha Trump pêwendî bi Serokê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan re kir û daxwaza rawestandina şer li bakurê rojhilatê Sûriyê jê kir. Erdogan jî soz daye ku ew êrîşî Kobanê nekin.

HSD û artêşa Sûriyê lihev kiribûn, ku dê hêzên artêşa Sûriyê li ser sînorê bi Tirkiyê belav bibin, di wê çarçovê de jî, yekîneyên artêşa Sûriyê gihîştine Til Temir, Eyn Îsa û Minbicê. Lê hêzên Amerîkî rê neda wê derbasî Kobanê bibe.

 

S. B