HSD amarên şerê duhî ragihand

Encamên êrîşên artêşa Tirkiyê li ser xaka Rojavayê Kurdistan û Bakurê Suriyê yên 14ê Cotmehê

 

K24 – Navenda Nûçeyan

Encamên êrîşên artêşa Tirkiyê li ser xaka Rojavayê Kurdistan û Bakurê Suriyê yên 14ê Cotmehê

Ji çapemenî û raya giştî re!

Êrîşên dagirkeriyê yên artêşa Tirkiye û milişyayê bi wê ve girêdayî li Bakurê Suriyê û Rojavayê Kurdistanê berdewam dike.

Di çarçoveya Berxwedana Cenga Rojava de:

ENIYA SERÊKANIYÊ

Li xeta Alya, êniya Rojava û êniya Rojhilat de şer bi dijwarî berdewam kir. Artêşa Tirk bi êrîşên hewayî, top û tankan xwest pêş bikeve. Di encama şerên dijwar de tangek, 2 panzêr û 2 wesayîtên doçka hatin rûxandin; 59 çekdarên biser Tirkiye ve hatin kuştin.

Di encama berxwedanê de 11 şervanên me şehîd bûn û 24 ji birîndar bûn.

ENIYA GİRÊ SPÎ

Ji danê beyanî ve dema balefirên keşfê li ser tevahî herêmê tevger dikir, ji aliyê balefirên şer ve jî dihat bombebaran kirin. Li hember milişyayên bi Tirkiye ve girêdayî li hermazî Tirwazî û rêya giştî şerek giran qewimî. Di encama pevçûnên dijwar de panzerek, tangek û wesayîtek zirxî hat rûxandin û 38 çekdarên grûben biser Tirkiye ve, hatin kuştin.

Herwiha di şerên giran de 7 şervanên me şehîd bûn û 15 hevalên me jî brîndar bun.

 

  • Di xeta Slûkê de di lêdana balefirên şer de 4 şervanê me şehîd bûn.
  • Di rêya navbera Eyn Îsa û Çelebî de çeteyên ku xwastin bikevin hundir beramberi bersivdayina şervanên me de 4 milişyayên bi Tirkiye ve girêdayî hatin kuştin û şervanek me şehid bu.

ENIYA DIRBÊSIYÊ

Artêşa Tirkiye bi top û çeken giran bajar dan ber topan. Di encama bersivdayîna şervanên me de 2 leşker hatin kuştin, 4 jî birîndar bun.

ENIYA DÊRIK

Gundê Xirba Belka a ser bi Girkêlegê ji aliyê dewleta Tirk ve hat topbaran kirin. Herwiha li kêleka wê balefirên şer û yên keşfe li seranser bajarên li ser sînorê Rojavayê Kurdistanê tevger kirin.

Bi giştî di tevahiya şer û pevçûnên roja 14ê Cotmehê de 103 leşkerên artêşa Tirk hatine kuştin, bi dehan birîndar bun. 2 Tang, 2 panzêr, 2 wesayîtên doçkabarkirî û wesayîtek zirxî jî hatiye rûxandin.

Di nav vê berxwedanê de 23 hevalên me bi lehengî şer kirin û şehîd bûn, 39 jî brîndar bûn.