Amerika çekên atomî ji Incirlikê vedikşîne
K24 – Navenda Nûçeyan
Amerîka çekên nûkleerî (atomî) ji bingeha leşkerî ya Încîrlîkê vedikişîne.
Li gor nûçeya NewYork Timesê Serokê Amerîkayê Donald Trump piştî operasyona dagirkirina rohjilatê Firatê pêdeçûn liser vekişandina çekên nûkleerî ji bingeha leşkerî ya Încîrlîkê dike. NewYork Times serçaveya nûçeya xwe wekî Wezareta Derve ya Amerîkayê û Wezareta Enerjiyê nîşan dide, radighîne ko li bingeha Încîrlikê 50 çekên nûkleerî hene û Trump kar liser vekişandina wan dike.
Di derbarê vê mijarê de heta niha daxûyaniyek fermî nehatiye dayîn.
C.B