Zaxarova: Divê sînorê Sûriyê vegere bin desthilata Şamê

Peyvdara Wezareta Derve ya Rûsyayê Maria Zaxarova ragihand, divê artêşa Sûriyê kontrola tevahiya navçeyên sînorî yên di navbera Sûriye û Tirkiyê de bike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Peyvdara Wezareta Derve ya Rûsyayê Maria Zaxarova ragihand, divê artêşa Sûriyê kontrola tevahiya navçeyên sînorî yên di navbera Sûriye û Tirkiyê de bike.

Maria Zaxarova dibêje: Em bawer in ku aramî û ewlehî li navçeyên sînorî pêk nayê, heger ew navçe venegerin bin serweriya Sûriyê.

Diyar kir jî: Em piştevaniyê û pêşwaziyê li rêkeftina guncaw a di navbera Şam û Kurdan de dikin.

Herwiha ragihand, Mosko ji destpêka êrîşa Tirkiyê ve daxwaz kir, hemû alî xwe bigirin û karên ku rewşê aloztir dikin, nekin.

Zaxarova derbarê rewşa girtiyên DAIŞê de got, piştî operasyona leşkerî ya Tirkiyê, şaneyên razayî yên DAIŞê çalaktir bûne. Herwiha ji rewşa parastina zîndanên DAIŞê de nîgeran in.

 

S. B