Esed: Em dê bersiva êrîşa Tirkiye liser Sûriye bidin

Serokê Sûriyê radighîne, ew dê bi hemû rêyên rewa, bersiva êrîşa Tirkiyê ya ser Sûriyê bidin

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Sûriyê radighîne, ew dê bi hemû rêyên rewa, bersiva êrîşa Tirkiyê ya ser Sûriyê bidin

Serokê Sûriyê Beşar Esed, digel Şêwirmendê Asayişa Niştimanî ya Iraqê Falih Feyaz civiya. Di civînê de, Feyaz nameyek Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî radestî Esed kir. Ji bilî pêwendiyên di navbera her dû welatan de, û vekirina dergehên sînorî, behsa pirsên şerê terorê û ewlekariya navçeyê hat kirin.

Serokê Sûriyê tekez kir, ku êrîşa Tirkiyê ya ser Sûriyê, bi dirêjahiya dîrokê berdewam e, û niha bi behaneyên dûr ji rastiyê êrîşî Sûriyê dike. Got, wan gelek caran alîgirên Tirkiyê kirin e armanc û ew dê bi hemû awayên rewa yên li ber destê wan, û li her cihekî ser xaka Sûriyê, bersiva êrîşên Tirkiyê bidin.

Ji aliyê xwe ve, Şêwirmendê Asayişa Niştimanî ya Iraqê ragihand, ew dê, di hemû waran de, liser karê hevbeş berdewam bibin.

 

 

C.B