Tirkiye nexşeya xwe ya herêma ewle eşkere kir

Serokomarê Tirkiye Receb Tayyib Erdogan di hevdîtina xwe ligel medya biyanî ya li Tirkiye de, nexşeyek diyarkir, ku Tirkiye dixwaze 12 binkeyên çavnêriyê li rojavayê Kurdistanê ava bike

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokomarê Tirkiye Receb Tayyib Erdogan di hevdîtina xwe ligel medya biyanî ya li Tirkiye de, nexşeyek diyarkir, ku Tirkiye dixwaze 12 binkeyên çavnêriyê li rojavayê Kurdistanê ava bike.

Erdogan girêdayî babetê got: Li rojavayê Firatê jî, divê Rûsya erkê xwe bicîh bîn e. Ligel Putin em dê liser xebatên li herêma ewle biaxifin.

Erdogan diyarkir: vekşîna rêxistina terorê di erkê Amerika de ye. Hêvîdar i mew dinav 120 demjimêran de erkên xwe bicîh bîn in û em karê xwe biqedîn in. Bawer im, piştî ku rêxistina terorê hate derxistin, gelek karên me yên hevbeş dê ligel hêzên Amerikayê re hebin.

Erdogan nexşeyek nîşanî medya biyanî kir.

“Liser nexşeyê 12 xalên çavnêriyê hatine xêz kirin. Em dê van 12 binkeyên çavnêriyê hûn dibîn in. Em dê van binkeyan li rojhilatê Sûriye ava bikin! Serok Trump pêngavên erênî avêtin û divê derdora wî jî, rêzê li pêngavên wî bigre, wê demê prose dê baştir birêve biçe. Ez ligel Trump danûstandinê dikim, û bangewaz dikim Lindsey jî dirust tevbigere!

Rêkeftinê wekî serkeftin an binketinê na nirxîn im. Serkeftinek dijî terorê ye!”

 

 

C.B