Malbatên DAIŞê hewla revandina ji kampa Holê didin

Piştî revîna hejmarek ji malbatên DAIŞê ji kampa Eyn Îsayê, malbatên DAIŞê yên li Holê jî li benda hatina hêzên Tirkiyê ne, ta ku ew jî bikarin birevin.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Li kampa Holê ya li başûrê Hesekê 11 hezar kes ji malbatên DAIŞê yên biyanî lê bicih dibin, pêştir ji aliyê 900 şervanên YPGê ve dihat parastin, lê piştî destpêkirina êrîşa Tirkiyê ser Rojavayê Kurdistanê, niha hejmarek ji wan şervanan çûne bereyên şer. Piştî revîna hejmarek ji malbatên DAIŞê ji kampa Eyn Îsayê, malbatên DAIŞê yên li Holê jî li benda hatina hêzên Tirkiyê ne, ta ku ew jî bikarin birevin.