Karwaneke din a birîndaran ji Serê Kaniyê hate derxistin
K24 – Navenda Nûçeyan
Peyamnêrê K24ê Ekerm Salih ragihand, hejmarek mezin ji birîndaran ji Serê Kaniyê hatin derxistin û bo nexweşxaneyên Til Temir, Qamişlo û Hesekê tên veguhastin.
Peyamnêrê K24ê da zanîn, ev karwana duyem a birîndaran e ku ji Serê Kaniyê tên derxistin, karwana yekem a şehîd û birîndaran duhî ji Serê Kaniyê hatibû derxistin.
Amaje bi wê jî kir, vê sibê bi dehan otombîl û ambulans ku bijîşkên Amerîkî jî pê re bûn derbasî bajarê Serê Kaniyê bû û hejmarek mezin ji şehîd û birîndaran derxistin.
Diyar kir jî, pêştir ji ber bombebaran û topbarana artêşa Tirkiyê nedihat karîn şehîd û birîndarên bajarê Serê Kaniyê bihatina derxistin û rizgarkirin.
Li gor amarên Heyva Sor a Kurd, di karwana duhî de 30 birîndar û 4 şehîdên sivîl ji Serê Kaniyê hatibûn derxistin.
Peymanêrê me da zanîn jî, şehîd û birîndarên ji Serê Kaniyê tên derxistin, bo nexweşxaneyên Til Temir, Qamişlo û Hesekê têne veguhastin.
S. B