Li Suçî Erdogan û Potin dicivin
K24- Hewlêr
Evro serok komarê Tirkiyê seredana Soçî dike û li Viladîmêr Potin, serokê Rusya, kom dibe û gotbûbêjan derbarê navçeya aram û êrîşa Tirkiyê ser rojavaya Kurdistanê dikin.
Mijarên sereke yên cvîna Potin û Erdogan, êrîşa Tirkiyê ye bo ser Rojavaya Kurdistanê û awa ya avakirina devera aram . Herweha herdu alî behsa çarenivîsa bajarên Kobanê û Minbic dê bikin ku hikumeta Sûriyê di vê dema dawîyê de derbazî wan herdû bajaran bibû.
Piştî destipêkirina êrîşê ji alyê Tirkiyê ve û biryara Emerîka ya vekşandinê HSD li gel hikumeta Sûriyê geha rêkeftinekî jibo paraztina navçeyên sînorî û navçeyên ku emerîka jî, jê vekişiya hikumeta Sûriyê dest danî ser.