Putin: Divê mafên Kurd di destûra Sûriyê de bicih bibin

Serokê Rûsya Vladimir Putin û Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan li bajarê Sochi ya Rûsyayê civiyan û rewşa Sûriye û Rojavayê Kurdistanê guftûgo kirin û konferanseke hevbeş de naveroka civînê aşkere kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Rûsya Vladimir Putin û Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan li bajarê Sochi ya Rûsyayê civiyan û rewşa Sûriye û Rojavayê Kurdistanê guftûgo kirin û konferanseke hevbeş de naveroka civînê aşkere kirin.

Serokê Rûsyayê ragihand, pêwîst e hemû hêzên biyanî yên bi awayekî ne rewa hatine Sûriyê, ji nava xaka Sûriyê vekişin.

Putin ragihand, divê mafên Kurd di destûra Sûriyê de bicih bibin.

Got jî: Rûsya piştevaniyê li guftûgoyên di navbera Kurd û Şamê de dike.

Herwiha got: Divê yekperçeyîya Sûriyê bê parastin.

Putin aşkere kir jî, ew bi Erdogan re gihîştine rêkeftineke çarenivîsaz û piştre her du wezîrên derve yên Rûsya û Tirkiyê naveroka rêkeftinê aşkere dikin.

 

S. B