Kurdekî Rojavayê Kurdistanê li pêş avahiya NY xwe şewitand

Kurdekî Rojavayê Kurdistanê li pêş Komîsyona Bilind a Penaberan ya Netewên Yekgirtî li Cenêvê agir berda xwe.

K24 – Navenda Nûçeyan

Kurdekî Rojavayê Kurdistanê li pêş Komîsyona Bilind a Penaberan ya Netewên Yekgirtî li Cenêvê agir berda xwe.

Polîsa Cenêvê ragihand, Kurdekî temenê wî di sî de ye li pêş Komîsyona Bilind a Penaberan ya Netewên Yekgirtî li Cenêvê agir berda xwe û bo nexweşxaneyê hat veguhastin.

Peyvdarê Polîsê Cenêvê ragihand, ew Kurdê agir berdaye xwe ji li Almanyayê bicih dibe û bi helîkopterê bo Nexweşxaneya Zanîngehê li bajarê Lozanê hat rakirin û niha çareseriyên bijîşkî werdigire.

Li gor li tora civakî hatiye belavkirin, navê wî Elî Wezîr û ji bajarê Hesekê ye, bo şermezarkirina bêdengiya navdewletî li hember êrîşa li Rojavayê Kurdistanê, agir berdaye xwe.

Ji aliyê xwe ve Peyvdarê Komîsyona Bilind a Penaberan ya Netewên Yekgirtî got: “Derbarê wê bûyerê de em hest bi xemgîniyê dikin. Mirovekî agir berda xwe û hewl da bikeve avahiya Komîsyonê, lê efserên ewlehiyê û karmendên xizmetguzariyên agirkuj destêwerdan kirin û agir vemirandin. Hêvîdar in ew mirov çak bibe.”

 

S. B