Guterres: Berferehbûna şer dibe sedema karesatek mezin

Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî ragihand, ew ji rewşa bakurê Sûriyê dilgiran in û berferehbûna şer dibe sedema karesatek mezin

K24 – Navenda Nûçeyan

Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî ragihand, ew ji rewşa bakurê Sûriyê dilgiran in û berferehbûna şer dibe sedema karesatek mezin.

Antonio Guterres di kongreyek rojnamevanî de, di derbarê çekdarên DAÎŞê yên ku ji kampên di bin kontrola Hêzên Sûriya Demokratîk HSDê de reviyane got, hejmara wan DAÎŞiyan gelek kêm in. Daxwaz ji aliyan kir û got, divê civaka navdewletî çareyekû ji bo pirsa bakurê rojhilatê Sûriyê re bibîn e.

Her duhî jî, Civata Asayişa Navdewletî dilgiraniyên xwe beramberî êrîşa Tirkiye liser rojavayê Kurdistanê anîbû ziman û daxwaza rawestandina rewşa aloz kiribû.

 

 

C.B