Kremlin: Ger HSD venekişe dikare bi Tirkiye re rûbirû bimîn e

Krêmlin radighîne, ger Hêzên Kurdî xwe ji ser sînorê Tirkiyê venekşîn in, Rûsya û Sûriye nakevin navbeyna wan û Tirkiyê û dê li hember Tirkiyê rûbirû bimîn in

K24 – Navenda Nûçeyan

Krêmlin radighîne, ger Hêzên Kurdî xwe ji ser sînorê Tirkiyê venekşîn in, Rûsya û Sûriye nakevin navbeyna wan û Tirkiyê û dê li hember Tirkiyê rûbirû bimîn in.

Peyvdarê Koçka Serokatiya Rûsyayê Krêmlin, Dîmîtrî Peskov ji rojnamevanan re ragihand, niha proseya belavkirina hêzên û alavên leşkerî yên Rûsya û hêzên zêrevanên sînor yên Sûriyê, li cihên destinîşankirî tên belav kirin, û ew yek karek baş e.

Navborî herweha got, niha karek mezin tê kirin, ji bo dûrxistina Hêzên Kurdî ji bo nav Sûriyê. Lê dûr nabîn e, ku li qonax a yekem hinek alozî çêbibin. Tekez kir, eger HSD ji ser sînorê Tirkiyê venekişe, Rûsya û Sûriyê nakevin navbeyna wan û Tirkiyê, û dê li himber Tirkiyê rûbirû bimîn in.

Yek ji xalên rêkeftina Serokomarê Tirkiyê Receb Tayyib Erdogan û Serokê Rûsyayê Vladîmîr Putin, vekşandina Hêzên Sûriya Demukrat ji ser sînorê Tirkiyê û encamdan a gerên çavdêriyê ji aliyê polîsên leşkerî yên Rûsya û zêrevanên sînorî yên Sûriyê ye

 

 

 

C.B