Rûsya: Petrola Sûriyê bi pasewantiya Amerîka bo derveyî welêt tê birin
K24 – Navenda Nûçeyan
Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê ragihand, bi pasewantiya hêzên Amerîkî, petrola Sûriyê bo derveyî wî welatî tê veguhastin.
Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê wêneyên heyva destkird belav kir û got: “Wêneya karwana tenkerên petrolê ji Sûriyê derdikeve derveyî wî welatî”
Peyvdarê Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê Lîwa Igor konashenkov li ser wan wêneyan got: “Wêneyên îstixbarata esmanî ya Rûsyayê nîşan didin, ku berî û piştî jinavbirina DAIŞê, petrola Sûriyê di bin pasewantiya tund a hêzên Amerîkî de bi tankeran ji rojhilatê Firatî derdiketin derveyî Sûriyê.”
Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê wêneyên di meha Îlona bûrî bi riya heyva destkird hatine girtin belav kir û got: Di wêneyan de û nîşan dibe ku tankerên petrolê di bin parastina hêz û kampanyayên Amerîkî de derdikevin derveyî Sûriyê.
Igor konashenkov dibêje: Tiştê Washington dike ew e, petrolê ji kêlgehên li rojhilatê Sûriyê didize. Ev jî li dijî yasayên navdewletî û yasayên Amerîka ye.
Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê dibêje: “Tiştê dibe, talaniya li ser astê dewletan e.”
Tekez kir jî, “Kanzeyên di bin xaka Sûriyê de, yên Sûriyê ne û yên terorist û pasewantiya Amerîka ne.”