Hêzên Rûsî duyem gera xwe li Amûde û Dirbêsiyê kir

Di çarçova rêkeftina Rûsya û Tirkiyê li bajarê Soçî de, duyem gera Polîsên Leşkerî yên Rûsyayê ji li bajarokên Amûde û Dirbêsiyê birêve çû.
kurdistan24.net

 

K24 – Serê Kaniyê

Di çarçova rêkeftina Rûsya û Tirkiyê li bajarê Soçî de, duyem gera Polîsên Leşkerî yên Rûsyayê ji li bajarokên Amûde û Dirbêsiyê birêve çû.

Duyemîn gera hêzên Rûsî li ser sînorê Tirkiyê ji firokxaneya Qamişlo dest pê kir û ber bi Amûdê û Dirbêsiyê ve çû piştre jî gihîştin derdora bajarê Serê Kaniyê, lê hêzên Rûsî derbasî devera ewle nebûn.

Welatiyên bajarê Dirbêsiyê bi erênî van geran dinirxînin û dibêjin ku ya girîng ew e ku şer rawest e. Herwiha xelk daxwaz ji hêzên Rûsî dikin, ku gerentî ji bo parastina deverê hebe.

Welatiyekî Dirbêsiyê jî dibêje: Em nizanin gerên Rûsyayê dê wek yên Amerîka bin yan dê cuda bin, ji ber ku pêştir Amerîka jî li vir hem ager kirin, lê di piştre vekişiyan. Em dixwazin şer raweste û em bê parastin.

Biryara gerên hêzên Rûsî bi awayekî rojane bên kirin, lê ta niha ew derbasî devera “mîkanîzma ewlehiyê” nebûnê, lê tê gotin, eger heye ev hêzên Rûsî derbasî bajarê Serê Kaniyê bibin.

Roja 22ê Cotmeha 2019an Serokê Rûsya Vladimir Putin û Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan li bajarê Soçî têgihîştineke îmze kiribû, yek ji xalên wê jî ew e ku hêzên HSD/YPGê 30 K.M ji sînor vekişin û gerên Polîsên Leşkerî yên Rûsî destpê bikin.