Serokê herêmê ligel Serokwezîr û Wezîrê derve yê Qeterê civiya

Nêçîrvan Barzanî digel Serokwezîr û Wezîrê Derve yê Qeterê li Dewhayê civyan

K24 – Navenda Nûçeyan

Nêçîrvan Barzanî digel Serokwezîr û Wezîrê Derve yê Qeterê li Dewhayê civiya.

Li yekem roja beşdarîkirin di civîna girûpa sereke ya Konferansa asayişa Munchin li bajarê Dewhe, berya nîvroya îro, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Şêx Ebdula bin Nasir bin Xelîfe Al Sanî Serok Wezîrên Qeterê civyan, û herdû aliyan peywendiyên Hewlêr-Bexda û peywendiyên Qeter dige Îraq û Herêma Kurdistanê û derfetên kar û weberhênerên Qeterî li Herêma Kurdistanê û çend pirsekî din gengeşe kirin.

Her îro Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Dewha digel Mihemed bin Ebdulrehman Al Sanî Wezîrê Derve yê Qeterê civya, Di civînê de herdû aliyan dawî pêşhatên ewlekarî û siyasî yên Îraqê û peywendiyên Hewlêr û Bexdayê digel Dewha, herweha zemîne xweşkirin ji bo weberanînê li Herêma Kurdistanê ji bo kerta taybet ya Qeterê û hewldan ji bo vekirina kunsolxaneya Qeterê li Herêma kurdistanê gengeşe kirin.

Her li Dewhayê, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî digel Şêwirmendê Asayişa niştîmaniya Îraqê Falih Feyaz civiya.

 

 

 

C.B