Tirkiye: Fransa dixwaze “dewleta terorê” li Sûriye ava bike
K24 – Navenda Nûçeyan
Wezareta derve ya Tirkiye bi tundî biryarên Senat û Parlementoya Neteweyî ya Fransayê girêdayî êrîşên Tirkiye liser rojavayê Kurdistanê rexne kir.
Ligor Wezareta derve ya Tirkiye, Fransa dixwaze “dewleta terorê” li Sûriye ava bike, lê bi Operasyona “Kaniya Aştiyê” ew xwesteka Fransayê bicîh nehatiye.
Senat û Parlementoya Neteweyî ya Fransayê duhî liser êrîşa Tirkiye hemberî rojavayê Kurdistanê biryarên giran ên rexneyî hemberê Tirkiye pejirandibû.
C.B