Îran “Nameya Aştiyê” bo Siûdiyê hinartiye

Serokomarê Îranê Heseh Rûhanî, nameyek “hewldana pêkanîna aştiyê” rêkiriye çendîn welatên Ereb

K24 – Navenda Nûçeyan

Medya Îranê ragihand, ku Serokomarê Îranê Heseh Rûhanî, nameyek “hewldana pêkanîna aştiyê” rêkiriye çendîn welatên Ereb.

Liser pirs a, ku name bo Mîrê Siûdiyê Selman re jî hatiye hinartin?  Peyvdarê Serokomariyê Elî Rebîî diyarkir, ku – ew name bo Siûdiyê re jî, hatiye hinartin û naveroka nameyê aştiya herêmê û ewleyiya deverê ye.

Rebîî herweha anî ziman, ku Serokomar Rûhanî di Civîna Giştî ya Neteweyên Yekgirtî de plan a “Hewl a Aştiya Hûrmizê” ragihandibû û name jî, di vê çarçoveyê de hatiye nivîsandin.

 

 

C.B