Rêkeftina HSD û rêjîma Sûriyê bicih dibe

Lihevkirina rêjima Sûriyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) tê bicikirin û artêsa Sûriyê li ser sînorê Rojavayê Kurdistanê tê belavkirin. Xelkên deverê dibêjin, heger rêjîm bikare deverê ji şer biparêze, dê baş be.
kurdistan24.net

 

K24 – Qamişlo

Lihevkirina rêjima Sûriyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) tê bicikirin û artêsa Sûriyê li ser sînorê Rojavayê Kurdistanê tê belavkirin. Xelkên deverê dibêjin, heger rêjîm bikare deverê ji şer biparêze, ew gav dê erênî be.

Piştî sala 2011an, yekem car e artêşa Sûriyê li sînorê Rojava û Bakurê Kurdistanê li gundewarê bajarê Qamişlo belav dibe, ew jî di çarçova lihevkirina HSDê û rêjima Sûriyê de tê. Rayedarên Rêveberiya Xweser li Rojavayê Kurdistanê didin zanin, tenê hêzên parastina sînorî yên girêdayî rêjima Sûriyê dê li ser xalên sînorî werin belavkirin û ti guherîn di karê dezgehên rêveberiyê de çê nabe.

Hevserokê Desteya Karûbarê Derve a Rêveberiya Xweser Ebdilkerîm Omer ji K24ê re got: “Parastvanên sînorê yên ser bi Şamê ve dê li seranserî sînor navendên wan werin çêkirin û dê di hundirê wan navendan de bin, ewê li nava gund, bajarok û bajaran bicih nebin. Hemû saziyên Rêveberiya Xweser bi asayişa xwe û hemû dezgehên xwe yên din dê kar û xebata xwe bikin. Ew peymana çê bûye, tenê peymaneke leşkerî ye, lê em wek Rêveberiya Xweser hêvî dikin ku ev bibe bingehek bo lihevkirineke siyasî jî.  

Di dema ku hin xelkên bajarê Qamişlo metirsidar in ji hebûna rêjimê di deverê de, nemaze kesên calakvan û rojnemevan, lê piraniya xelkê dibêjin, heger hebûna artêsa Sûriyê li ser sînor deverê ji oparasyoneke leşkerî biparêze, ew bi vê gavê re ne.

Piştî rêkeftina Soçî, HSDê 32 K.M ji sînorê bi Tirkiyê re vekişiya û gerên hevbeş yên Rûsî û Tirkî hatin encam dan.

Ji aliyekî din ve, hêzên parastina sînor yên rêjima Sûriyê li ser sînorên bajarên Rojavayê Kurdistanê ji bilî li bajarên ku hebûna hêzên Amêrika lê hene, hatin belavkirin.