Çavuşoglu: Amerika yasayên navdewletî binpê dike

Wezîrê derve yê Tirkiye Mevlud Çavuşoglu: Siyaseta Amerika girêdayî petrol a Sûriye binpêkirina yasayên navdewletî ye

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê derve yê Tirkiye Mevlud Çavuşoglu di konferansek rojnamevanî de, piştî hevdîtina ligel Sekreterê Giştî yê Sazûmana Hevkariya Aborî Hadî Silêmanpour re, diyarkir, ku: Siyaseta Amerika girêdayî petrol a Sûriye binpêkirina yasayên navdewletî ye.

Çavuşoglu herweha anî ziman: ”Amerika eşkere dibêje, ku ji bo kelgehên petrolê li Sûriye ye. Em liser welatek diaxifin, ku dest daniye ser dewlemendiyên petrolê yê welatek din. Dibêje jî, dê hatinên petrolê pêşkeşî rêxistinên terorê YPG û PKK bike”.

Wezîrê derve yê Tirkiye destnîşan kir: “Mafê tu welatan liser dewlemendiyên Sûriye nîn e. Operasyona me ya “Kaniya Aştiyê” ne liser destdanîn a dewlemendiyên Sûriye, lê têkbirina terorîstan e. Piştgiriya yekpaçeyiya xak a Sûriye ye. Em kar ji bo ewleyiya herêmê dikin”.

Çavuşoglu rexne li Amerika girt û diyarkir: “Ji dehên hezarên kilometreyan hatiye û dest daniye ser petrolê. Ev li dij hiquqa navneteweyî ye. Em li dij vê yekê ne.”

 

 

C.B