Tirkiye 8 DAIŞî vegerandin Brîtanya û Almanyayê
K24 – Navenda Nûçeyan
Tirkiye îro 8 çekdarên DAÎŞê vedigerîne Brtîtanya û Almanyayê.
Wezareta Navxweyî ya Tirkiyê ragihand: Vegerandina çekdarên DAÎŞê ji bo welatê wan berdewam e û îro dê 8 DAÎŞî werin vegerandin. DAÎŞiyek welatiyê Brîtanyayê ye û heftên din jî welatiyên Almanyayê ne.
Hikûmeta Tirkiyê roja duşemiyê sê çekdarên DAÎŞê vegerandibû Almanya, Amerîka û Danîmarkayê. Herwiha çekdarekî DAÎŞê li ser sînorê Yunanîstanê hatibû dersînorkirin, lê Yuanîstanê deriyên xwe ji wî re venekiribû. Hat zanîn ew çekdar jî, dê ji bo Amerîkayê were vegerandin.
C.B