Esed: Kurdan nepejirand, ku bibin beşek ji artêşa Sûriye

Serokê rejîma Sûriye Beşar Esed ragihand, ku Kurdan pêşniyara têkoşîna hevbeş a li dijî Tirkiye nepejirand in

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê rejîma Sûriye Beşar Esed ragihand, ku Kurdan pêşniyara têkoşîna hevbeş a li dijî Tirkiye nepejirand in.

Esed di hevpeyvînek ligel Ajansa Nûçeyî ya Rûsya RIA Novosti û Rossia 24 de anî ziman: “Wezareta Bergirî ya Sûriye, piştî Rêkeftina Rûsya û Tirkiye liser pêkanîna “Herêma Ewle” ya 22ê Mijdarê , pêşniyara beşdariyê di artêşa Sûriye de, ji Kurdan re bir. Lê, Kurdan ev pêşniyar nepejirand. Kurd naxwazin bibin beşek ji artêşa Sûriye, dixwazin çekên xwe di dest de bihêlin”.

Serokê rejîma Sûriye, herweha diyarkir: “Pêngava rast ji bo Hêzên Serbazî yên Kurd, piştî êrîşa Tirkiye hemberî bakurê Sûriye û di encama wê de destdanîn a ser xaka Sûriye, beşdarî di artêşa Sûriye de ye û em hewl didin wan bikşînin ser vê rêyê”.

Esed, rexneyên tund li Amerika girtin, ku dest daniye ser petrol Sûriye û petrol Sûriye didize.

 

 

C.B