Nasredîn Ibrahîm: Derfetên nêzîkahiya Kurd, ji berê zêdetir in

Nasredîn Ibrahîm ji Kurdistan24 re diyarkir, ku aliyên bihêz li Sûriye di destê yekem de Rûsya û Amerîka ne

 

K24 – Navenda Nûçeyan

Endamê Desteya Siyasî yê MSD Nasredîn  Ibrahîm ragihand, ku bi awayek giştî Sûriye û rojhilatê bakurê Sûriye, rojavayê Kurdistanê jî, ji destê xwediyên xwe yên rasteqîn derketiye.

Nasredîn Ibrahîm ji Kurdistan24 re diyarkir, ku aliyên bihêz li Sûriye di destê yekem de Rûsya û Amerîka ne. Bawer dikin, ku di navbeyna van her du welatên zilhêz de hevahengiyek heye. Herweha rol a Komara Islamî ya Îranê û Tirkiye jî, berçav e. Hevalbendên van aliyan hemûyan jî, liser erdê hene.

Endamê Desteya Siyasî yê MSD anî ziman jî, êrîşa Tirkiye û dagîrkirina Serê Kaniyê û Girê Spî ji alî artêşa Tirk û milişyatên bi ser ve rewş aloztir kir. Herçend rêkeftin di navbeyna Tirkiye – Amerîka, Tirkiye-Rûsya de pêkhatin jî, lê binpêkirin her berdewam kirin. Tirkiye êrîşên xwe domand.

Liser nêzîkahiya aliyên Kurd, Nasredin Ibrahîm ragihand, pêwîstî bi nêzîkahiyê heye û derfetên îro jî, ji berê zêdetir in…