Tek: Siyaseta HDP û Qendîlê li pêşiya Kongreya Netewî asteng e

Meha bê ji bo kongreya netewî şandek ji Bakur tê Başûrê Kurdistanê.
kurdistan24.net

 

K24 – Diyarbekir

Nîqaşên li ser ji nû ve kombûna Kongreya Neteweyî ya Kurd berdewam dikin. Tê çaverêkirin ku partî û rêxistinên Kurd û Kurdistanî yên Bakûr di serê meha Kanûnê de careke din serdana Herêma Kurdistanê bikin û hevdîtinan pêk bînin. Parlementerê HDP'ê Îmam Taşçier got; hemû hêzên cîhanî qala Kurdan dikin lê belê divê Kurd jî wekî 2013'an careke din bicivin û di cîhanê de xwedî gotineke bihêz bin. Serokê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê PSK'ê Mesûd Tek jî got; kombûna Kongreya Neteweyî ya Kurd daxwaza hemû aliyên Kurdan e lê belê siyaseta HDP'ê û Qendîlê li pêşiya Kongreya Neteweyî asteng e.

Bi hewla siyasetmedarên Kurd, xebatên ji bo ji nû ve kombûna Kongreya Neteweyî ya Kurd  berdewam dikin. Di van rojên dawîn de li Diyarbekirê di nava HDP'ê û hevgirtiyên wê û partiyên Kurdî de hevdîtin tên kirin. Parlementerê HDP'ê yê Diyarbekirê Îmam Taşçier balê dikişîne ser êrişên li ser Kurdan û dibêje; heger di demeke ku Kurd di rojeva sereke ya cîhanê de cih  digirin de yekitiya Kurdan pêk were dê Kurd bikaribin destkeftiyên xwe biparêzin.

Parlementerê HDPî Îmam Taşçier diyar kir: "Îro roj roja Kongreya Neteweyî ya Kurd e, îro roj roja yekitiya Gelê Kurd e. Li Iraqê di navbera hikûmeta Bexda û Kurdan de kêşe hene. Li Rojavayê Kurdistanê di navbera Şam û Rojava de pirsgirêk berdewam dikin. Li bakûr jî pirsgirêkên wan hene, nasnameya Kurdan tune ye; nikarin bi zimanê xwe perwerdehiyê bibînin. Li Rojhilat Kurd nikarin nûnertiya xwe bikin. Heger Kurd werin li hev û din rûnin dê pêşketinan bidest bixin."

Li çar aliyên Kurdistanê ji hemû alî û nêrînan cûda Kurdan bertek nişana êrişên Tirkiyeyê bo ser Rojavayê Kurdistanê da. Heman helwesta neteweyî di pêvajoya Referanduma Serxwebûna Kurdistanê de jî hatibû nîşan dan. Her dîsa li beramberî helwesta Bexda, Şam û Tehranê mijara Kongreya Neteweyî rojev germ kir. Li gorî nirxandina Serokê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê Mesûd Tek, yekitiya neteweyî ya Kurd nebe nabe, lê di şert û mercanê îroyîn de zehmet e. Tek rexneyan li siyaseta HDP'ê û Qendîlê jî dike dibêje; divê aktorên maqûl di nav vê xebatê de cih bigirin.

Serokê Giştî yê PSKê Mesûd Tek dibêje: "Ji beriya her tiştî divê di her beşên Kurdistanê de partiyên Kurd û Kurdistanî li hev bin da ku rê ji bo Kongreya Neteweyî xweş be. Mijarek din jî heye ew jî ev e; gelo bi hêzên ku naxwazin dewleta Kurdan hebe, hêza ku Alaya Kurdistanê û Sirûda Ey Reqîb qebûl neke, ma dikare di Kongreya Neteweyî de cih bigire."

Di sala 2013'an de ji çar aliyên Kurdistanê nûnerên 70 partî û rêxistinan li Hewlêrê ji bo Kongreya Netewî ya Kurd civiyan lê ji ber şert û mercên navxwe û navdewletî  wê demê negihiştibûn encamekî. Niha careke din siyasetmedarên Kurd hewil didin ku Kongreya Neteweyî ya Kurd bicivîne û Kurd bi hêzeke neteweyî destkeftiyên xwe biparêzin. Li gorî ragihandina siyasetmedarên Kurd tê plankirin ku di serê meha Kanûnê de şandeyeke ji bakûr serdana başûr bike.