HSD: Hêzên Rûsî wek gerentîkarê agirbestê bi rola xwe ranabin

Berpirsê Navenda Ragihandinê ya HSDê Mistefa Balî ragihand, artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve, ji sê aliyan ve bi çekên giran êrîşî Eyn Îsayê dikin.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Berpirsê Navenda Ragihandinê ya HSDê Mistefa Balî ragihand, artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve, ji sê aliyan ve bi çekên giran êrîşî Eyn Îsayê dikin. Hêzên Rûsî wek gerentîkarê agirbestê li derdora Eyn Îsayê ne, lê bi rola xwe ranabin.

Mistefa Balî li ser riya navdewletî M4 ji K24ê re ragihand, riya navdewletî M4 pêştir di navbera Til Temir û Eyn Îsayê de ketiye destê çekdarên ser bi Tirkiyê û hatiye qutkirin, lê niha ew dixwazin di navbera Eyn Îsa û Kobanî de qut bike, lê şervanên HSDê rûbirûyî wan êrîşa dibin û perçeya rê di bin kontrola HSDê de ye.

Li ser bêdengiya Rûsyayê derbarê êrîşên grûpên çekdar de got: Heger lihevhatineke jêr bi jêr di navbera Rûsya û Tirkiyê de li ser navçeyê hebe, dê bandora wê ya nerênî li ser tevahiya rewşa Sûriyê hebe û rûbera şer firehtir bibe. Divê Rûsya bizane ku grûpên çekdar ne beşek ji çareseriyê ne, ew diz, çete û talancî ne, dema derbasî her deverekê dikin, dizî û talaniyê dikin û me ev pirs gihandiye Rûsya û rêjîma Sûriyê.

Derbarê hebûna gelek hêzan li Rojavayê Kurdistanê, Balî diyar kir, krîza Sûriyê di destpêka xwe de pirsgirêkeke siyasî bû û piştre bû krîzeke serbazî, çareserî jî divê siyasî be. Sûriye ji ber hebûna gelek hêzên welatan bûye herêmeke navdewletî. Ji bilî hêzên Rûsî û Amerîkî, Hêzên Îranî û Tirkî û Hizbulaha Lubnanî li tevahiya Sûriyê hene, ji ber wê divê çareseriyeke siyasî ya giştî bo Sûriyê bê danîn.

Li ser yekrêziya Kurd û banga Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî, Balî got: Yekîtî û yekrêziya gelê Kurd, hêviya her kesekî ye. Li ser banga Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî hevdîtin bi hemû aliyên siyasî re hatin kirin, niha her partiyek di nava xwe de di şêwirê de ye, herwiha dê hin komîta bo nêzîkirina aliyan werin avakirin.

 

S. B